خوش آمدید

جستجو

تبلیغات





Leystikên li ser zimanê

    Leystikên li ser zimanê Kurdî
    Paşa Amedî 04/04/2016

    Kurdî zimaneke qedîm û dewlemend e. Ji ber bê dewletiyê zimanê Kurdî bi nivîskî pêşneçûbe jî lê bi devkî hê li ser xwe ye. Kurdî bi dewlemendiya zaravayên xwe bi heyîna xwe li diyar e.

    Çawa ku ji berê ve bi çi awayî be zimanê Kurdî hatibe paşxistin, niha jî li ser zimanê Kurdî leystikên mezin û asîmîlasyoneke dijwar didomin. Ev asîmîlasyon bi destê sazûmanê dest pê kiriye lê mexapin em jî di malbatên xwe de vê asîmilasyonê bi xwe bi destê xwe didomînin. Sedema mezin medya û televizyon li ser malbatan bi taybetî li ser zarokan bandoreke mezin çê dike, pişaftinake mezin jî di dibistana ewûl de ya pişaftina zarokan e.

    Leystikeke din li ser zimanê Kurdî ji alê din ve bi siyasetî li ser zimanê kurdî ber dewam e; ev jî li ser Kurdiya zazakî ye. Çawa ku berê li başûrê kurdistanê li ser Kurdiya soranî hatiye leystin. Ji ber ku zaravayên kurdî bi paş bixin û soranan ji kurdan biqetînin qewet dane kurdê soran. Li Tirkiyê jî ji ber ku zazayan ji kurdan veqetînin dibêjin: “Zazakî/Kurmanckî zimaneke ser bi xwe ye, zazakî ne kurdî ye, zaza ne kurd in…” di hinek zanîngehan de bi zanebûn zazakî wekî zimanê serbixwe dihesîbînin û didin xwendin…

    Siyasetmadarên dewletê li gor polîtîka dewletê bi zanabûn di gotinên xwe de “Kurdî, Zazakî, Tirkî, Erebî…” dibêjin û netewan rêz dikin li vir qaşo kurdî nas dikin û ji kurdî re rêz digrin, ev gotina masûm tê xuya kirin lê di nav hevokê de leystikeke mezin heye; zazakî ji kurdî cûda dikin. Ev leystik di medya Tirkiyê de pir tên bikar anîn…. lê carna em kurd jî bi nezaniya xwe dibêjin: “Ez Kurdî zanim lê Zazakî nizanim” ev gotin jî şaşiyeke mezin e Kurdî ziman e lê zaravayên Kurdî hene, wexta ku tu bibêjî “Kurdî û Zazakî” zazakî ji kurdî vediqetînî. Bi vî awayî hişmediya kurdan xerab dikin.

    Divê nivîskarên Kurd baldarbin û bi zanebûn di nivîsên xwe de li ser vê bisekinin û di pirtûkên xwe de jî şaşiyan bi destên xwe nekin û bi zanebûn binivîsînin. Mesela di derxistina Ferhengekî de ku ferheng li ser zaravayeke kurdî be FERHENG-Kurdiya Kurmancî-Tirkî, Tirkî-kurdiya Kurmancî were nivîsandin. Ya din ku pirtûka romanek an çîrokek biweşe ku pirtûk bi kîjan zaravayê kurdî be bi wê zaravayê Kurdiya Zazakî, Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Soranî…bê nivîsandin. Ez li gor zanebûna xwe wiha difikirim, lê zimanzan çi difikirin divê ew jî fikra xwe bibêjin. Çimkî ev hişmendî bingeheka zimanê Kurdî ava dike.

    Zaravayên Kurdî dibe ku Kurdî be lê kurdî ne zarava ye, kurdî zaravayên xwe di nava xwe de dihewîne. Divê siyasetmadarên Kurd û nivîskarên Kurd şiyar bin; di gotin, pirtûk û nivîsên xwe de cudahî nexin nav zaravayên Kurdî. Erka ferdên her kurd a yek ev e ku divê li zaravayên Kurdî xwedî derkevin; zaravayên Kurdî bielimin û hîn bibin ku zimanê kurdî pêş bikeve û Kurdî bighîje asta xwe ya dewlemend.


    این مطلب تا کنون 20 بار بازدید شده است.
    منبع
    برچسب ها : kurdî ,zimanê ,zaravayên ,zazakî ,kurdiya ,kurd ,zimanê kurdî ,zaravayên kurdî ,kurdiya kurmancî ,nivîskarên kurd ,kurdiya zazakî ,
    Leystikên li ser zimanê

تبلیغات


    محل نمایش تبلیغات شما

پربازدیدترین مطالب

آمار

تبلیغات

محل نمایش تبلیغات شما

تبلیغات

محل نمایش تبلیغات شما

آخرین کلمات جستجو شده